Kurmancî

LI MECLÎSÊ LGBT’YÎ

LOGO

Li Tirkîyê lezbiyen(jinbaz), gey(mêrbaz), biseksüel(nêrumê), trans(kurneqiz-jinnekur)û înterseks(nêremo) LGBTİ ku wek mêla cinsî û/an ji ber nasnameya zayendî, di warê bicihbûn, perwerde, jiyana kar û di qadê din ê jiyanê de, em bi pêşbiryariya civakî û polîtikayên cudahiyê re rû bi rû dibin.

Makezagon û kanunê welatê me, kesên xwedî mêla cinsî û nasnameya zayendî ne yan tune dihesibîne yan jî êrîşber in. Li gel ku em alîgirê mafê mirovan yê navnetewî ne, welatê me hê jî LGBTİ’yan wek hevwelatiyên xwe qebûl nake.

Cinayetên rikberî û êrîşî ku armanc û hedefa wan LGBTİ’ne her roj zêde dibin, ji ber fişara civakî û cudahiyê, gelek hevalên me bi ber xwekujiyê ve dibe.

Tevgera mafê LGBTİ’yan ev bîst sal bêtire li Tirkî avabûye, ji bo LGBTİ di civakek adil de wek kesên wekhev û azad bijîn û ji bo karibin di her qada jiyanê de azad bijîn û ji bo hebûna xwe biparêzin hewl dide li ser piya bimîne. Em jî wek parçeyek vê tevgerê, dibêjin pirskîrêkên LGBTİ’yan bi nasnameya LGBTİ’yan a aşkere, mafê bijêr û hilbijêrî jî tê de, dê bikaranîna hemû mafê xwe yê siyasî pêkanîn wê xelasiya me serkeve.

Ji bo mafê LGBT’yiyan ê bicihbûn, perwerde û karkirin were pêkanîn û dayîn, ji bo vê em difikirin ku hebûna wan a di siyasetê gelekî giringe.

Di pergala hilbijartinê de benda deh ji sedî heye. Em difikirin ji bo temsîliya adil ev yek astenga herî sereke ye. Mijara di temsîlê de adalet pêk nayê û bi cudahiyê re rû bi rû mayînê ya komên din ên dezavantaj wek van ên LGBT’yî jî divê di mekanîzmaya biryargirtinê cih bigrin. Em vê wek şertê demokrasiyê dibînin.

Hilbijartinê ku gelemperî nêz dibe de LGBTİ’yê jî di pêngavên biryargirtin û siyaset kirinê de ji bo bi awayekî çalak cih bigrin, li dibistan, kar, meclîsê de! Em bi vî sernavî kampanyaya hilbijartinê didin destpêkirin.

Derbarê kampanyayan me de ji parlementerên namzet û partiyên ku beşdarî hilbijartinê dibin daxwazên me ev in:

  • Divê di kampayayên wan ên hilbijartinan de maf û azadiya LGBTİ’yan bi awayekî aşkereyî cih bigre.
  • Astengiyê ku LGBTİ’yê nikarin beşdarî siyasetê bibin divê hemû bên rakirin
  • Bêyî tu cudahiyekê ji bo LGBT’yî di her qada siyasetê de bi nasnameya xwe ya aşkere cih bigrin divê tedbîr bên girtin.
  • Ji bo mafê sereke werin pêkanîn divê politikayên civakî bên meşandin. Perwerde, tendûrûstî, bicihbûn, îstihdam, pîrîtî, xanenîşînbûn, alîkariya dahatî û hemû polîtikayên civakî di van mijaran de ji bo LGBTİ’yê bi awayekî wekhev sûdê jê bigrin divê bername li ser vî asasî bê amade kirin û belavî rayagiştî bê kirin.
  • Pêngava makezagona nû ku tê plan kirin ku dê Piştî hilbijatinê bê nivîsîn divê bi aşkere û hevkarî li serê bê xebitîn û di vê pêvajoyê de mafên LGBT’yiyan jî tê de divê parastina mafê hemû mirovan were alîgir kirin û belavî rayagiştî bê kirin.
  • Di pêngavên pêkanîna mafên LGBT’yiyan de divê bi tevgera LGBT’yiyan re hevkarî bê kirin.

Werger: Erselan Aktan